Germê rekor şikand lê êdî henikayî tê

Dawiya vê hefteya derbasbûyî  rojên herî germ yên vê havînê bûn li Swêdê. Germa herî zêde bi 31,3 derece li bajarê Kristianstad li herêma Skåne bû. Rekora berî vê jî 25 tîrmehê 30,5 derece bû li bajarê Lundê. Dawiya hefteyê 30 derece germ bû li çend bajarên herêmên Skåne, Blekinge û Småland ên başûrê Swêdê. Lê ji niha û pêde êdî hewayek hêniktir û newle li benda me ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".