Dixwazin hemû têkilîyên cinsî yê bi heywanan re bên qedexekirin. Foto: Malin Olofsson/Sveriges Radio.

Pêşnîyaza qanûna heywanan bi problem e

Gelek meqamên resmî, pêşnîyaza qanûna ji bo parastina heywanan bi problem dibînin. Pêşnîyaza qanûnê hemû têkiliyên cinsî yên bi heywanan re dixwaze qedexe bike.

Halê hazir têkilîya cinsî ya bi heywanan re weke ezîyeta li heywanan tê hesibandin, lê îsbatkirina ku heywanê jan kişandîye zehmete û lewra kêm kes têne mehkûmkirin.

Vêca îsal biharê lêhûrnerînek hate kirin û tê payîn ku di 2014ê de qanûn bê guhertin û hemû têkilîyên cinsî yê bi heywanan re bê qedexekirin.

Lê belê Ekot lêkolînek kirîye û tê de xuya dibe ku cîbicîkirina qanûneke wiha wê ne hêsan be û gelek dezgehên resmî behsa pirsgirêkên cidî dikin. Thomas Eriksson ji Birêvebirîya Polîsê Giştî (Rikspolisstyrelsen) berpirsê sûcên heywana ye:

-Bê em ê çiqasî karibin kesekî mehkûm bikin bêhtir girêdayî îsbatkirina DNA ye, lê vêga Laboratûwara Dewletê ya teknîka Tawanan tecrûba wan ya tehlîlkirina DNA ji heywanan nîne, dibêje Thomas Eriksson ji Birêvebirîya Polîsê Giştî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".