Foto: Elin Bäckström/Sveriges Radio

Çentê li ber sefareta Tirkî bêzerar bû

Duh êvarê li ber balyozxaneya Tirkî ya li Stockholmê çenteyekî bêxwedî hate dîtin. Lewra polîs bi gumana ku dikare bombe di çente de hebe balyozxane vala kir û rêyên derdorê girtin. Lê paşê derket holê ku tu madeyên teqînê di çente de nebûne.

Saet şeşê êvarê polîsên ku hatin darî çente biryar dan ku derdor bê valakirin û sê saetan piştre çente hate teqandin.

Rêya ber balyozxanê heta nîvê şevê girtî ma.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".