Foto: Alexandra Svedberg/Sveriges Radio.

Somalî ji tirsan naçin dibistanê

Ev roja duduyan e ku 15 zarokên somalî li bajarê Forserum li herêma Småland naçin dibistanê. Ji ber ku li wir ew bi rasîzm û zordestîyan re rûbirû dimînin.

Van rojên dawî camên komeleya somalîyan ya li Forserum hatine şikandin, li yekî somalî hatîye xistin û gelek somalî behs dikin ku tahde li wan tê kirin. Hemû jî radigihînin ku komên biçûk yên ciwanên dora 20 salî van karan dikin.

Şêx Muxtar ji komeleya somalîyan ya li Jönköpingê dibêje somalîyên Forserum ditirsin:

-       Ev du sal û nîv in gelek bûyeran rûdaye. Rewş her ber bi xerabûnê ve çûye û niha dest bi lêdana xelkê kirine. Li devê welatîyekî me xistine, lokal hatine xerabkirin û xelk ditirsin ku derkevin der. Em li Swêd in, gereke tiştên wiha neqewimin, dibêje şêx Muxtar ji komeleya somalîyan.

Heçî midûra dibistana Rosenholm li Forserum Annika Bertling e ew dibêje li dibistanê emnîyet baş e, wê polîs agahdar kirîye da ku zarok vegerin xwendinê

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".