Sony 650 kesî ji kar derdixe

Şîrketa îmalatkar ya telefonan Sony, pêşagahdar dike ku ew ê li bajarê Lundê 650 kesî ji kar derxin. Di heman demê de wê êdî serî li tecrûbeyên şêwirmendan jî hew bê kirin.

Biryar heta dawîya adara 2014ê dê bê cîbicîkirin û hejmara karkeran bê kêmkirin. Lê di daxuyanîya xwe de Sony dinivîse ku di pêşerojê de jî Lund wê ji bo şîrketê cîyekî girîng yê stratejîk be.

Berya niha hin çavkanîyan ji rojnameya Sydsvenskan re ragihandine ku Sony pilan dike karê çêkirina telefonan bibe Japonya û karê li Lundê bi lêkolîna ser software û programên telefonan sînorkirî be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".