Di sê mihan de şeş rojan dereceya germê gîhaye 25ê. Foto: Måns Hagberg

Di havînê de şeş rojên germ

Di havîna îsal de kêm rojên bi tav hebûn.  Rojnameya Dagens Nyheterê ji Enstîtuya Hewanasîya Swêd SMHI statîstîka havînê xwestîye û di lênerînê de xuya dibe ku di nav van sê mihên dawî de li Stockholmê bi giştî şeş rojan dereceya germê gîhaye 25ê.

Di heman demê de hejmara rojên germ li Göteborg pênc û li Malmö neh roj bûne. Yanî rewşa germê li van bajaran jî kêm-zêde fena Stockholmê bûye.

Di lênerînê de li miha şeş, heft û heşt hatîye nerîn. Û eger derece ser 25ê re be ew germ hatîye hesibandin.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".