Ev serê demekê ye ku bilêtên SJ ferdî ne.

Bazirganiya bilêtên qaçax her berdewam e

Digel ku rêhesina Swêdê SJ berî bi sê salan dest bi firotina bilêtên ferdî kir jî, bazirganiya qaçax hîn jî berdewam e, li gorî rojnameya Svenska Dagbladet. Ji ber kêmaniyên ku di sîstema ewlekariyê ya SJ de hene, mirovên ku vî karî dikin bi kartên sexte bilêtên ku wextê wan guherbar e dikirin û dema fiyet bilind dibe buhatir difroşin. SJ ji ber vê bazirganiya qaçax salê buhayê milyonan kron dixesire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".