Pêşîgirinda suneta keçan bi kontrola jînekolojîk. Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Pêşniyaza kontrola sûneta keçên dibistanê

Wezîra yeksaniyê Nyamko Sabuni daxwaz dike ku hemû keçên li dibistana pêngava bilind (högstadiet) di muayeneyeke jînekolojîk re derbas bibin. Armanc ew e ku keçên hatine sunetkirin tespît bikin. Lê ev pêşniyaz berya ku ew di sala 2006 de bibe wezîra yeksaniyê jî hatibû rojevê û rê li ber nîqaşên tund vekiribû. Her weha hemkarên partiya wê jî li dij wê derketibûn.

Lê niha piştî ku dido kes bi şika ku keça xwe sunet kirine hatine girtin ew, pêşniyaza xwe dûbare dike.  Lê partiyên hevkarên hikûmetê ne di wê baweriyê de ne ku muayeneyên jînekolojîk li dibistanan dikare rêbazeke baş be.

Seroka grûpa Xiristiyanên Demokrat li parlamentoyê Emma Henriksson dibêje « baştir e em bi rêya perwerdeyê û xurtkirina kompetansa pesonelên li dibistan û navendên lênêrînê tedbîran bigirin, ku karibin berya tatîla havînê bi keçan re bidin û bistînin ».

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".