600 kamerayên nû yên lezpîvandinê dê werin bicîhkirin. Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Kamerayên pîvandina lezê zêde dibin

Daîreya gîştî ya trafîkê (Trafikverket) dê bi armanca kêmkirina sînorên lezê, kêmasî 600 kamerayên nû yên lezpîvandinê deynin ser bêtir rêyan. Şeş sal berê jimareke mezin kamera hatin danîn û asta cezayê pare jî hat bilindkirin. Ev bû sedem ku leza wesayîtan dakeve û kêmtir însan di trafîkê de mirin. Lê leza di trafîkê de careke din zêde dibe, her çendî bi sedî yek be jî, lê ev zêdebûn Daîreya gîştî ya trafîkê xemgîn dike, bi ya rojnama Svenska Dagbladetê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".