Peymanên nû tên wateya şertên xerbakirî ji bo karkeran. Foto: Johan Nilsson/Scanpix.

Ji heşt sendîkayan heft bi SASê re li hev hatin

Ji bo ku bikaribe karê xwe berdewam bike şîrketa firokeyên Skandînavî – SAS, bi sendîkayan re rûdine. Tê ragihandin ku tenê sendîkayek danîmarkî maye ku hîna şert û mercên SASê yên nû îmze nekirine. Her heft sendîkayên din ku pêwîst bû peymanên nû bipejirînin îmza xwe avêtine binê şertan.

Lê eger ev yek sendîka jî peymanê îmza neke xetera îflaskirina SASê heye. Dîsa jî îro hîseyên SASê bilind bûn û ev wiha tê şîrovekirin ku bawerîya xelkê bi berdewamîya liser pîya mana SASê heye.

Eger peymana bi sendîkeyan re hat îmzekirin SAS dikare daxwaza deyna ji bankeyan bike û hingî alozîya niha heyî dikare bê taloqkirin. Lê bi nerîna Sören Granat ji nûçeyên Radyoya Swêdê beşê aborîyê serêşîyên SASê dê bi vê xelas nebin.

-         Endîşeyek heye û serpêhatîyên wiha ji bo navê şîrketekê pir xerab in û başkirina nav nehêsan e. Mişterî direvin şirketên din ku kredî û bawerîya bi wan bilindtir e.

Belê li gor şîroveger Sören Granat ger peyamana îro bê îmzakirin jî bi demdirêjî rewşa SASê nebaş xuya dike.

Peymanên ku niha SAS lê digere bi sendîkayan bide îmzakirin jî tên wateya şertên xerbakirî ji bo karkeran. Sören Skoog ji Yekîktîya Pîlotên Swêd wiha dibêje:

-         Tu guman jê nînin ku ev dê guhertinên mezin bi xwe re bîne û şertan dijwartir bike.

Bi peymana nû re tê hesabkirin ku mesrefên pîlotan ji %30 bê kêmkirin. Pîlot bi giştî salê miaşê mihekê winda dikin, divê ew bêhtir kar bikin û şertên teqawîdîya wan xerabtir dibin.

Ev kemerjidandin di bernameya SASê de cî digrin da ji bo şîrket neçe îflasê sê mîlyar kron ew bikaribe teserif bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".