Johnny Skalin

Skalin ket şûna Almqvist de

Johnny Skalin ji bo demekê dibe berdevkê sîyaseta aborîyê yê Demokratên Swêd (Sverigedemokraterna). Ev nûçe ji alîyê rojnameya Svenska Dagbladet ve hatîye nivîsandin.

Berya niha jî Johnny Skalin ev kar kiribû lê hingî di gotuûbêjan de ew bêkêr hatibû dîtin û wezîfe jê hatibû standin.

Skalin ku niha parlamenterê SD ye dikeve şûna Erik Almqvist de. Hefteya derbasbûyî klîbek hatibû weşandin. Tê de Almqvist sixêf û çêrên rasîstî û cinsî diqîrîya. Piştî belavbûna vîdyo serokê SD Jimmy Åkesson ragihandibû ku hemû wezîfeyên Almqvist yên sîyasî jê hatine wergirtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".