Li Swêd entegrasyon xerab e

Zanîngeha Stockholmê lêkolînek ser entegrasyonê kiriye û Swêd bi 15 dewletên ewrûpî re daye ber hev. Li gor lêkolînê Swêd yek ji du welatên herî xerab e.

Civaknas Ryszard Szulkin lêkolîn kiriye bê penaber di deh salên ewil yê Swêd de heta çi radeyê kar peyda dikin. Û encam ne ronak e. Tenê li Spanya rewşa zilamên penaber ji ya Swêd xerabtir e û li Fransa rewşa jinên penaber xerabtir e.

Bes lêkolîna hatî kirin derdixe holê ku piştî deh salan rewş li Swêd baştir dibe.

Di vê navberê de divê bê destnîşankirin ku welatên din yên di statîstîkê de ji Swêd kêmtir penaberên sîyasî dihewînin, koçberên diçin wan welatên bêhtir yên kar in. Lê dîsa jî Ryszard Szulkin encama lêkolînê wek binkeftinek civakê binav dike.

[Duration:0:10]

Szulkin dibêje, normal e li cîyê mirov heriyê bi yek carê kar peyda nebe, lê eger piştî 5-6 salan peyda nebe pirsgirêkek mezin heye û ev binkeftine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".