Xelk ji lênerîna pîrûkalan niha qayîltir e. Scanpix

Gel ji xizmetên beledîyê razî ye.

Bawerîya swêdîyan bi polîs û Daîreya Karî (Arbetsförmedlingen) kêm dibe, lê bi xizmetên beledîyê zêde dibe. Ev encama lêkolînekê ye ku Svensk Kvalitetsindex kiriye.

Par li hember lênerîna pîrûkalan nerazîbûn zêde bûbûn, lê îsal rewş baş bûye, ji xizmetên malê jî xelk niha qayîltir in.

Dema bi giştî li lêkolînê tê nerîn gel herî zêde ji xizmetên beledîyan kêfxweş e, lê ji meqamên resmî nerazîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".