Ji sê keçan yek xembar e. Foto: Scanpix

Keç derdkêş, xort kêfxweş in

Ji çar jinên swêdî yek di derdê tirs û endîşê de ye û di nav keçên ciwan de ji sêyan yek bêkêf e.

Lêkolînek Buryoya îstatîstîkê ya Navendî (SCB) nîşan dide ku di nav xortan de rewş berovajî ye, dema zilam ciwan in ew dilxweştir in.

Rojnameya Dagens Nyheter dinivîsîne ku ji sala 1980î ve SCB lêkolînên bi vî awayî li dar dixe û encam berbiçav e, jin ji mêran bêhtir xemê dikişînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".