Gel li ber parlamentoyê rûniştibûn

Grevên birçîbûnê bi dawî bûn

Grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkî û bakurê Kurdistanê di roja 68ê de bi dawî bûn. Piştî banga serokê PKKê Abdullah Öcalan çalakvanan dev ji greva birçîbûnê berdan.

Di van hefteyên dawî de ji bo piştgirîya zindanîyan li Swêd jî gelek çalakî hatin lidarxistin. Herî dawî şevê din li Hotela Hilton li Stockholmê galayek ji bo balkişandina ser zarokên zindanîyan pêk hat. Di galaya ku gelek kesayetên kurd û swêdî beşdar bûn de Serokwezîrê berê Ingvar Carlsson jî axavtinek kir.

Berya niha jî li Swêd parlamenterên ji hikûmet û muxalefetê daxuyanîyên piştgirîyê weşandibûn û gel li ber parlamentoya Swêd çalakîya rûniştinê kiribûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".