Nû: SAS û sendîka gişt li hev hatin

Ajansa nûçeyên danîmarkî Ritzau û ya norvêcî NRK radigihînin ku şîrketa firokeyan SAS bi sendîkayan re li hev hat. Heta derdorê nîro jî sendîkayek danîmarkî mabû ku hîna şertên nû nepejirandibû.

Her heft sendîkayên din ku pêwîst bû peymanên nû bipejirînin berê îmza xwe avêtibûn binê şertan.

Eger ev yek sendîkayê jî peyman îmza nekiriba xetera îflaskirina SASê hebû, lê niha ew xeter radibe û SAS dikare pereyan deyn bike da karê xwe dewam bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".