Awayê ku levhatina navbera SAS û sendîkayan hat îmzakirin tê rexnekirin. Foto: Johan Nilsson/Scanpix.
Rexnegir:

"Peymana SASê li dijî modela Swêdî ye"

Peymana bi SASê re tê rexnekirin
5:36 min

Duh sendîka û SAS li hev hatin. Peymana îmzekirî tê wateya ku SAS êdî dikare pereyan deyn bike, lê ev bi xerabbûna mercên karkeran re gengaz dibe. Lewra awayê ku levhatin pê hat îmzakirin niha tê rexnekirin.

Wezîrê Bazara Malîyê Peter Norman dibêje:

-         Di şîrketên balafiran de wiha dibe, ji ber ku çavkanîya xwefînansekirina şîrketên balafiran kirîna bilêtan e. Û çaxê mirov dest bi danûstandinên bi vî awayî dike firotina bilêtan hema hema radiweste. Û lewra dem kêm e û divê mirov bilez tev bigere.

Li ser pirsa ku peymana duh tê rexnekirin ji ber ku muhleta danûsatanan kin bû û ev derveyî modela swêdî ye Peter Norman dibêje, ew rexneyê fam dike lê belkî sebeb ew e ku mirov baş nizanin bê şîrketên balafiran çawa xwe xwedî dikin.

Duh bi bayê bezê şîrketa balafirên Skandînavî SASê bi heşt sendîkeyan re peymanek îmze kiribû. Lihevhatina bi sendîkayan re şertê bankeyan bû da ku ew pera bi deyn bidin SASê. Vêca bi peymanê re SAS pilan dike ku hem bikaribe sê mîlyar kron ji bankeyan deyn bike, hem jî navxweyî sê mîlyaran teserif bike.

Teserifa pereyan, ku armanca peymanê bû ji bo karkeran tê wateya xerabbûna rewşê.  Bi peymanê re karker divê bêhtir kar bikin, miaşê wan tê kêmkirin û şertên teqawîdîya wan xerab dibe. Wek mînak bi vê levhatinê re pîlotek di salê de miaşê heyvekê wê kêmtir bistîne.

Di nav sendîkayên Swêd de danûstandînên SASê yên di pêvajoya îmzakirina peymanê de bi rengek cuda û seyr hatin şopandin. Û di bazara kar ya Swêd de ew wek destpêkek nû tê şîrovekirin.

Û pirs ev e, gelo peymana SASê çiqasî li gor tradîsyona danûstandinên Swêd e? Ew dê tesîrê li modela bazara kar ya bakurî gişt bike yan na?

Bi nerîna berdevka sîyaseta endustrîyê ya Sosyaldemokratan Jennie Nilsson baş bû ku duh SAS û sendîka gihan levhatinekê, lê di heman demê de ew bi fikar e ku modelan ultîmatumên bi lezgînî dikare belav bibe.

-         Belê, sebeb hene ku mirov ji vê peymanê bitirs be. Lê pirs ji vêya meztir e. Erkê sîyasetê ne ew e ku li maseyên gotûbêjan xwe tevlî bazarîyan bike. Na, wezîfa sîyasetvana di rewşên wiha de ew e ku li bazara kar derfetan peyda bike û mecalên hevnirx bide alîyên beşdar. Û di vê mijarê de, dibêje Jennie Nilsson ya Sosyaldemokrat, ev peyman mercên rêxistinên sendîkayan xerab dike û rexneyên me li hember vê hene.

Heçî sendîkane hin rexneyên wan wek din jî hene. Ew dibêjin ji ber ku xwedîyê mezin yê SASê dewleta Swêd e gerek bû hikûmetê pêşîvantî û birêvebiriyek baştir ya modela swêdî bikira û nehiştiba ewqas lez li danûstandinan bê kirin.

Wek mînak seroka Rêxistina Navendî ya Karmendan (TCO) Eva Nordmark duh ji nûçeyên radyoya Swêdê Ekot re wiha axivî:

-         Ultîmatum hatine dayîn ku di wextekî gelek teng de sendîka pilana heyî bipejirînin. Reftarîkirin û tevgera bi vî awayî ne di çarçova modela swêdî de ye.

Li hember rexneyên sendîka û Sosyaldemokratan Wezîrê Bazara Malîyê Peter Norman dibêje: ”Ev rewşeke îstîsna bû, lê pêvajoya di bazara kar ya swêdî de ku em li gor tevdigerin wiha ye. Alîyên têkildar bi xwe li ser peymanek muhtemel bazarîyê dikin. Û ez carek din jî bêjim, alternatîva din îflaskirin bû û encamên wê giran dibûn”.

Li ser pirsa bê yanî li gor wî neproblem e ku di vî halî de miaşê karkeran hatîye kêmkirin Peter Norman dibêje:

-         Ez naxwazim şîrove bikim. Ez tenê dixwazim destnîşan bikim ku tu çareyek din nebû. alternatîva ji bilî vê bêkarîya bilind û derketina dijwarîyên trafîkê li hundirê Swêd bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".