Xwedanê masûlkên lawaz zûtir dimirin. Çare spora nerm e. Foto: Björn Larsson Rosvall / SCANPIX

Yên bêquwet zûtir dimirin

Li gor lêkolînek navnetewî ya nû ku tê de lêkolerên Enstîtuya Karolinska jî cî girtine, kesên di ciwanîya xwe de lawaz, zûtir dimirin. Lêkolîn di nav kesên ku ji bo eskerîyê di xortanîya xwe de muayene bûne hatîye kirin. Xortên ku hingî zend, çeng û çongê wan lawaz û zeîf in ji %30 zûtir mirine.

Finn Rasmussen li Enstîtuya Karolinska profesorê dermanê civakî ye.

- Me daye nîşandan ku xurtîya masûlkan ji bo mirinên ji ber sebebên cuda yên wek dil, damar û întixarê xwedî girîngîyek mezin e.

Belê di lêkolînê de tê dîtin ku nexweşîyên dil û damaran jî di nav kesên masûlklawaz de bilindtir e.

Lawazîya masûlkan ne qelewbûn e, bes ji lêkolînê dîyar dibe ku xeterên ku heman nexweşî li wan bidin dişibin hev.

Çare jî li gor Finn Rasmussen temrînkirin û spora nerm e.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".