Foto: Johan Pettersson/Sveriges Radio

Piştî nûjenkirinê jî çirçirk di xanîyan de ne

Herçend van salên dawî xanî hatine nûjenkirin û tamîrkirin jî li taxa Malmö Rosengård hîna çirçirk yan sîsirk ji xanîyan xelas nebûne.

Berya çar salan bernameya televîzyonî ya Uppdrag granskning nîşan dabû ku li vê herêma Malmö mirov di xanîyên kufikgirtî ku di wan de çirçirk û sîsirk hene de dijîn. Bi weşandina bernameyê re birêvebiriya jîngehê ya Malmö ji xwedîyê xanîyan xwestibû ku ew hezar xanîyan bi ser û ber bikin.

Şîrketa xanîyan ya Bostads AB Gröningen hemû xanîyên xwe yên li herêmê techîz kirine, xefk danîne û salê çar caran kontrolê dikin, lê pirsgirêk çareser nebûye.

Berdevkê şîrketê Fredrik Andersson berpirsîyarîyê diavêje alîyê kesên di xanîyan de dijîn.

-       Gelek diçin welatên xwe û ji wira çirçirkan bi xwe re tînin, ev pirsgirêkek e. Ev kêzik pir kurmikan tînin û ew di demek kin de zêde dibin.

Lê Carlos Rojas ku endamê înîsîyatîfa welatîyan ya Bernama Mîlyonî ye argumenta Andersson di cî de nabîne.

-       Eger mirov bêje çirçirk ji welatên din têne vê herêmê û guneh bixe stuyê kesên di xanîyan de dijîn, divê mirov delîlan nîşan bide. Ew fêr bûne hemû kêmasîyên xanîyên di bernama mîlyonî de bixin stuyê rûniştevanan de.

Û bi nerîna Carlos Rojas qelsî li alîyê xwedîyê avahîyan û beledîyan e.

Agahî ji taxên Stocholmê Husby û Rinkeby jî yên xanîyên bernameyên mîlyonî tên ku çirçirk li wira jî hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".