Kend Ekeroth (SD) Foto: Scanpix

Kent Ekeroth dev ji berdevkîyê berda

Guhdarî bike
11 min

Kent Ekeroth, yê ji partîya Demokratên Swêd (SD) dev ji berdevkîya sîyaseta hiqûqî ya partîya xwe berda. Ew herwiha ji desteya parlamentoyê ya edaletê jî derket, lê wek parlamenter dimîne.

Hefteya din klîbek hatibû weşandin û tê de sê birêvebirên Demokratên Swêd çêr û sixêfên rasîstî, cinsî dikirin û di kolanên Stockholmê de bi lûleyên hesinî digerîyan.

Piştî belavbûna vîdyoyê Erik Almqvist yê ji heman partîyê dev ji berdevkîya sîyaseta aborî berdabû.

Serokê koma Demokratên Swêd di parlamento de Björn Söder got ku di dawîya vê heftê de ew ê berdevkên nû bidin nasandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".