Hikûmetê piştgirîya SASê kir

Berya du rojan şîrketa balafirên Skandînavê SASê gotibû yan ew ê îflas bikin yan jî divê sendîka qebûl bikin ku miaşê karkeran bê kêmkirin. Piştî danûstandinên bilezûbez sendîkeyan peyman pejirandibûn. Lê televîzyona Swêdî niha radigihîne ku ji bo kêmkirina miaşê karkeran hikûmeta Swêd dewrek mezin lîstîye.

Wezîrê Bazara Malîyê Peter Norman tesdîq dike ku wa destek dane şertên birêvebiriya SASê û ji bo ku ew werin qebûlkirin bi hevkarên xwe yên skandînavî re di têkilîyê de bûne. Ev helwesta hikûmetê ji alîyê sendîkayan ve tê rexnekirin, lê Norman dibêje wek din çareya wan nebû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista