250 kar diçin 400 tên

Şîrketa ASFT Industries li Lycksele dest bi dana perwerdeya karkerên balafirgehan dike û ji bo vêya 400 karên nû peyda dibin. Li gor rojnameya Folkbladet perwerde wê derbarê ewlekarîya rêwîtîyên asîmanî de be.

Lê ji alîyek din ve şîrketa enerjîyê Eon eşkere dike ku di nav du salên bê de 250 kar kêm dibin. Piranîya van karan ji cîyê şîrketê li Malmö tên kêmkirin. Berya niha EON dabû zanîn ku ew ê navenda hin karan bibin Almanya û Romanya.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".