Xeza ya wêran. Wêne: Mahmud Hams/Scanpix.

Carl Bildt xêrhatina agirbestê dike

Wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt xêrhatina agirbesta navbera Îsraîl û rêxistina filistînî Hamasê dike. Bildt dibêje agirbesta li Xezayê gelek girîng e. Her weha Bildt di blogga xwe ya li ser Înternetê dibêje wisa xuya ye ku beşek ji peymana navbera aliyan sistkirina embargoya li ser Xezayê ye û vî yekê jî weke gaveke xêrhatî dinirxîne. Agirbest duh êvarê piştî êrîşên hewayî yên Îsraîl û yên bi roketan yên Hemasê pêk hat.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".