Rickard Jomshof berdevkê siyaseta hiqûqî û Sven -Olof Sällström berdevkê pirsên aborî yê nû yên SD. Wêne/Montage: SR/Scanpix

SD berdevkên xwe yên nû dan nasîn

Sven -Olof Sällström weke berdevkê nû yê siyaseta aborî û Rickard Jomshof berdevkê nû yê siyaseta hiqûqê cihê Erik Almqvist û Kent Ekeroth girtin ku ji ber videoya skandalî hefteya çûyî dev ji wezîfeyên xwe berda bûn. Di fîlmekê de her dû siyasetvanên Demokratên Swêdê gotinên nijatperestî û heqaretên giran kiribû.

Herdû berdevkên nû ji aliyê serokê partiya Demokratên Swêdê (SD) Jimmy Åkesson ve bi civîneke çapemeniyê hatin da nasîn.

Rickard Jomshof weke berdevkê nû yê siyaseta hiqûqê got Kent Ekeroth, hemkarê wî yê dev ji wezîfe berda ye, berya wî karekî baş kiriye.

Di civîna çapemeniyê de ji Rickard Jomshof hat pirsiyar kirin ka ew çima dixwazin zarokên 13 salî jî werin ceza kirin. Jomshof dibêje îro her weha zarok û ciwanên biçûk jî bi tewanên giran radibin û ji ber vê pêwîst e sînyalek ji bo wan bê dayîn ku rabûna bi tewanan re tehamûl tune ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".