Åsa Romson, hevberdevka Partiya Kesk.

Îzna dayîktiyê Partiya Kesk bê berdevk hêşt

Heta sala nû dê Partiya Kesk bê berdevkek asayî bimîne. Duh êvarê zaroka hevberdevka partiyê, Åsa Romson çê bû û ewê ji bo şeş mehan îzna dayîktiyê bikar bîne. Hevberdevkê din, Gustav Fridolîn jî hetanî serê salê di îzna bavîtiyê de ye.

Hetanî serê salê dê sekreterê partiyê Anders Wallner û berdevkê siyaseta aborî Per Bolund bi tevî serokên grûpa parlamentoyê Gunvor G Ericsson û Mehmet Kaplan re di pirsên girîng de Partiya Kesk temsîl bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".