Wêne: Leif R Jansson/Scanpix.

Kêmtir tewankarî bi dermankirina kesên bi ADHD

Kesên salmezin yên bi nexweşiya ADHD dema derman werdigirin kêmtir caran bi tewankariyan radibin. Ev, bi wan kesên ADHD ku derman wernagrin re qiyas e. Vê yekê lêkolîneke ji Enstîtuya Karolînskayê nîşan dide, ku di kovara tibî New England Journal of Medicine hat çapkirin.

Yek ji lêkolîneran dibêje rîska rabûna bi tewankariyên nû bi zêdeyî sedî 30 kêm dibe, heger ku ew salmezinê nexweş derman wergire. Ev hem ji bo tewankariyên giran û hem jî yên sivik derbas dibe.

Lêkolîneran di nav çar salan de 25 hezar kesên bi nexweşiya ADHD şopandine.

Lêkolînên berê yên zanistî nîşan didin ku gelek kesên ji ber sûcekê li girtîgehê ne teşxîsa nexweşiya ADHD wergirtine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".