Hikûmet nikare meqama çavdêriyê betal bike

Hikûmeta Swêdê dixwaze meqama dewletî ya ku çavdêriya belavkirina alîkariya ji bo derveyê welat dike, betal bike. Lê partiyên muxalefetê li dijî vê pêşniyaza hikûmetê ne.

Partiyên sorekesk bi tevî Demokratên Swêdê dixwazin ev meqama bi navê SADEV bimîne û dibêjin ewê li parlamentoyê dengê li dij pêşniyazê bikar bînin.

Wezîra alîkariya derveyê welat Gunilla Carlsson ji nûçeyên Radyoya Swêdê re dibêje ew gelekî ecêb mayî ye ku Sosyaldemokrat bi tevî Demokratên Swêdê li hemberî pêşniyaza hikûmetê piraniyeke dengan ya li dij pêk tînin.

– Di mesela alîkariya derve de min bawer dikir bi Sosyaldemokratan re nêrînek me ya hevbeş heye, got Gunilla Carlsson, wezîra alîkariya derve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".