Sendîka IF Metall dibêje krîza vê carê ne weke sala 2009 e. Wêne: Johan Gunséus/Scanpix.

Bêtir şîrket dixwazin maaş û dema kar kêm bikin

Bêtir û bêtir şîrket dixwazin maaşên karkeran kêm bikin û pê re dema wan a xebatê jî. Hefteya çûyî şîrketa firokeyan SAS maaşên karkerên xwe kêmkirin û pê re ji şîrketên weke ya madenê SSAB ya li Borlängeyê re bû mînak. Lê mînak yan jî emsala kêmkirina maaş û dema xebatê, di saya sendîka IF Metall de ji sala krîzê ya 2009'an, tê.

Wê demê sendîka IF Metall bi armanca xelaskirina karên karkerên endam beramberî kêmkirina wexta xebatê kêmkirina maaş qebûl kiribû.

Her çendî rewşa aborî îro nebaş be jî bi rewşa giran ya salên krîza fînansê re nikare were qiyas kirin dibêje sekreterê peymanên gîştî yê IF Metall Pekka Säikellä:

– Cara çûyî dema me sala 2009 peymaneke krîzê îmze kir, wê demê 30 hezar endamên me bêkar bûbûn û 40 hezar jî hatibûn hişyarkirin ku dikarin karên xwe wenda bikin. Îro rewş cidî ye, lê bi tu awayî nikare bi wê sala ku me peymana krîzê çêkir re were qiyaskirin, dibêje Pekka Säikellä ji sendîka IF Metall.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".