Carl Bildt û hikûmeta Swêdê kuştina milyon û nîv ermenî û xiristiyanan (1915) weke komkûjî nas nake. Wêne: Jason DeCrow/Scanpix.

Tevî biryara parlamanê komkûjî nas nake

Hikûmeta Swêdê naxwaze rêz li biryara parlamentoyê bigire û kuştina ermenî û xiristiyanên din yên sala 1915 weke komkûjî nas bike. Tevî ku biryar di sala adara 2010’an de bi piraniya dengan li parlamentoyê hat girtin hikûmetê heta niha di warê naskirineke fermî de tu gavan navêtiye û dê navêje jî, dibêje wezîrê karê derve Carl Bildt.

– Min berê jî gotiye ku em di derbarê dîrokê de biryarên siyasî nagirin. Me di vî derbarî de nekiriye û em nafikirin di pêşerojê de jî di meseleyeke din de bikin, got Carl Bildt.

Biryara parlamentoya Swêdê gelekî deng da bû, ji ber ku çend parlamenterên ji partiyên hikûmetê jî bi rayên erênî tevlî dengdanê bûbûn û bi ferqa dengek bi tenê biryara naskirina komkûjiya ermenî û xiristiyan li Tirkiyê (Împaratoriya Osmaniyan) hatibûn pejirandin.

Tirkiye ya ku weke berpirsa komkûjiyan tê destnîşankirin nerazîbûn û reaksiyoneke tund nîşan dabû. Tirkiyê balyoza xwe kişandibû Enqerê û serokwezîr Recep Tayyip Erdogan serdanek xwe ya ji bo Swêdê betal kiribû.

Hem serokwezîr Fredrik Reinfeldt û hem jî wezîrê karê derve Carl Bildt biryara parlamentoyê rexne kiribû û wê nas nekiribû.

Li gorî qanûna bingehî ya Swêdê yê siyaseta derve ya swêdî dimeşîne hikûmet e û hikûmet ne mecbûr e di vî derbarî de guh bide parlamentoyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".