Peter Mangs ji 2010ê ve dihat dadgehkirin. Foto: Scanpix

Peter Mangs cezayê miebed zindan xwar

Dadgeha destpêkî ya Malmö hukmê heta miebedê zindan li Peter Mangs birî. Ceza ji ber du kuştin, pênc hewldanên kuştinê û gefxwarinên giran hate birîn.

Îsal havînê dadgehê tesdîq kiribû ku Mangs ev guneh kirine, lê ceza nehatibû dayîn. Hingî jî dozger dixwest cezayê miebedê bide, lê parêzeran îtiraz dikirin da navbera 18-22 salan biryara zindanê bê dayîn.

Ji bilî cezayê miebedê divê Peter Mangs herwiha zêdeyî mîlyonek kron tezmînat jî bide gilîkeran.

Peter Mangs ji mijdara 2010ê ve bi tawanbarîya kuştinên Malmö girtî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".