Koma Anonymous vê havînê sîstemên gelek daîreyan hack kiribûn. Foto: Scanpix.

Agahîyên nexweşan hatin dizîn

Bi hezaran agahîyên nexweşan ketine destê tora hackkirên komputeran yên bi navê Anonymous. Vê daxuyanîyê lêkolînek ewlekarîya komputeran ji rojnama Expressen re eşkere dike.

Îsal, di miha tebaxê de komên ser navên Anonymous ketibûn komputerên wîlayeta Västra Götaland û ew hack kiribûn. Wan herwiha li ser malperê jî peyamên ku piştgiriya xwe ji bo avakirê Wikileaks Julian Assange nîşan didan nivîsandibûn.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".