Bi îfşabûna bazarîya çekan ya bi Siûdî re Wezîrê Parastinê Sten Tolgfors îstifa kiribû.

Xelatên rojnamevanîyê hatin dayîn

Xelata mezin ya rojnamevanîyê di beşê îfşakirina salê de çû ji xebatkarên Ekotê Bo Göran Bodin û Daniel Öhman re.

Van herdu rojnamevanan bazirganîya çekan ya bi Erebistana Siûdî re derxistibûn holê. Bi rapora wan re eşkere bûbû ku Enstîtuya Lêkolînê ya Hêza Bergirîyê (FOI) şîrketek ava kiriye û bi rêya wê fabrîkeyek çekan li Erebistana Siûdî tê avakirin.

Xelata nûjenkerên salê çû ji şeş rojnamevanên Svenska Dagbladet re. Wan ser înternetê nexşeyek çêkiribûn, xwendevanan bi rêya wê dikarîbûn fayîza xanîyê xwe bi ya kesên din re bidin ber hev.

Xelata vebêjê salê jî dan rojnamevana Aftonbladet Carina Bergfeldt ji ber nivîsa wê ya ser girava Utöya. Xelata Lukas Bonniers didin kesekî ku demek dirêj rojnamevanîya serkeftî kiribe. Îsal ew çû ji Inger Atterstam re.

Xelata mezin ya rojnamevanîyê ji 1966ê ve di çar beşan de tê dayîn. Ew di her beşî de ji 100 000 kron pêk tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".