Dermanê li hember tiryakîyê hat rawestandin

Dermanê Subutex ku li hember tiryakîya heroînê tê dayîn li Swêd tê sekinandin. Şîrketa Reckitt Benckiser bi rayedarên swêdî re biryar daye ku Subutex êdî hew belav bikin. Yek ji sedeman ew e ku tiryakîbûna bi Subutex bi xwe ji texmînên dihatin kirin meztir e.

Şefê berheman yê şîrketê Claes Nordenson:

- Berya niha galegot hebûn ku tiryakîbûna bi Subutex heye, niha ew dîsa ketîye rojevê û problema ku ciwan dibin tiryakîyên wê mezin e. Û Nordenson dibêje, ev dike ku em naxwazin emel bi vî dermanî bikin.

Lê biryara hatî girtin ne bi dilê rêxistina nexweşan Komela Bikarînerên Swêdî ye. Li gor wan Subutex ji dermanên din yên di vî warî de çêtir bû û xetera ku xelk bibin tiryakîyên dermanên alternatîv bi qasî Subutex bilind e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".