Foto: Björn Larsson Rosvall/Scanpix

Digel hetîketîyan jî rayên SD wek xwe ne

Li gor lêkolîna Skopê ya raya giştî desteka ji bo partîya Demokratên Swêd SD wek xwe ye.

Beşek ji lêkolînê di dema eşkerebûna hetîketîya rasîstî ya çend berpirsên partîyê pêk hatîye. Lê dîsa jî dengê ji bo SD wek miha berê derdorê şeş û nîva ye.

Lêkolîna dawî nîşan dide ku hîna partîyên muxalefetê yên sorekesk li pêşîya hikûmetê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista