Stratejî ji alîyê Stefan Löfven, Carin Jämtin, Magdalena Andersson û Mikael Damberg ve hatîye eşkerekirin. Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix

Stratejîya xwenûjenkirinê ya Sosyaldemokratan

Ji bo ku xwe nûjen bikin Sosyaldemokrat dê hewl bidin ciwanan têxin cîyên hilbijarbar û li pirrengîyek baştir ya komptensan bigerin. Ew ê herwiha stratejîyek nû ji bo hevkarîya bi cîhana endustrî/bazirganîyê û akademîsyenan re ava bikin.

Ev daxuyanî îro ji alîyê serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven û sê pêşengên din yên partîyê ve di rojnameya Dagens Nyheter de hatîye nivîsandin.

Li gor nivîsandina serokên partîyê eva tê kirin xwenûjenkirina herî mezin ya 20 salên dawî di nava Sosyaldemokratan de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".