Nûnerên ermenî, asûrî-suryanî û xelkên din yên mexdûrên qirkirinê roja biryarê li parlamentoya Swêdê di adara 2010'an de. Wêne: Bertil Ericson/Scanpix.

"Nasnekirina qirkirinê parlamento biçûk dixe"

"Derbarê dîrokê de biryarên siyasî nagirin"
7:03 min

Sosyaldemokratên swêdî rexneyên giran li hikûmeta xwe digirin ku ew naxwaze tevî biryara parlamentoyê qirkirina ermenî û xiristiyanan ya li Tirkiyê ya sala 1915'an nas bike. Berdevkê siyaseta derve yê sosyaldemokratan Urban Ahlin dibêje "hikûmet bi parlamentoyê re henekan dike û wê biçûk dixe".

Parlamentoya Swêdê bi xwe di adara 2010'an de qirkirin nas kir û wezîfe danî ser milê hikûmeta Swêdê ku vê pirsê bibe cem rêxistinên navnetewî yên wekî Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî. Lê hikûmetê heta niha di warê naskirineke fermî û bicîhanîna daxwazên parlamentoyê de tu gavan navêtiye û dê navêje jî, dibêje wezîrê karê derve Carl Bildt.

– Min berê jî gotiye; em di derbarê dîrokê de biryarên siyasî nagirin. Ev astengek e li ber lihevhatina aliyên meselê. Me di vî derbarî de naskirinek nekiriye û em nafikirin di pêşerojê de jî di meseleyeke din de bikin, got Carl Bildt.

Biryara parlamentoya Swêdê gelekî deng da bû, ji ber ku çend parlamenterên ji partiyên hikûmetê jî bi rayên erênî tevlî dengdanê bûbûn û bi ferqa dengek bi tenê biryara naskirina komkûjiya ermenî û xiristiyan li Tirkiyê ya sala 1915’an  hatibû pejirandin.

Vahagn Avedian ji Federasyona Ermeniyan li Swêdê dibêje:

– Dû sal û nîv berê dema parlamentoya Swêdê wê piryara naskirina qirkirina ermeniyan da ev ji bo me şahiyek mezin bû. Weke ku Ermenîstan û Brezîlya di şampiyoniya cîhanê ya futbolê de maça fînalê bilîzin, dibêje Avedian.

Biryara parlamentoya Swêdê ji derveyê hêviyên hikûmetê hatibû girtin. Dido parlamenterên ji partiyên hikûmetê dengê xwe dabûn pêşniyaza muxalefetê û naskirin pêk hatibû. Li Swêdê îstîsnayeke mezin e ku parlamenter li hemberî siyaseta partiya xwe deng bikar bînin, lê li vir wisa bûbû. Yek ji wan parlamenteran ji partiya xiristiyanên demokrat û ya din ji Partiya Gel a Lîberal, Gulan Avcî ya kurd bû.

– Min hêvî dikir ew biryara ku me di 11 adara 2010’an de girt dê pêk were û hikûmet di warê tiştên li ser dihat ferz kirin de tevgere, dibêje Gulan Avcî.

Parlamentoya Swêdê ne tenê qirkirina ermeniyan û xiristiyanan ya sala 1915’an nas kiribû. Riksdaga Swêdê her weha di biryara xwe de bang li hikûmetê kiribû ku bi armanca naskirina qirkirinê li cem Yekîtiya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din yên navneteyî de xebatê bimeşîne.

Her çendî di meseleyên siyaseta derve de biryarên parlamentoyê, li gorî qanûna bingehîn, hikûmetê girê nade jî nûnerên muxalefetê ji hikûmetê gelekî aciz in ku pirseke ewqas girîng ji ser guhên xwe de davêje û weke ev ne bes be li dijî wê jî helwest digire. Urban Ahlin, berdevkê siyaseta derve yê sosyaldemokratan dibêje hikûmet bi vê helwesta xwe henekê xwe bi parlamentoyê dike û parlamento biçûk dixe.

– Ev henekkirin bi û biçûkxistina sîstema demokratîk ya Swêdê ye. Parlamentoyek me heye û li wir piraniyeke ji dengê gel dibêje di cîh de ye ku dewleta swêdî komkûjî nas bike. Ji ber vê gereke hikûmet wan biryarên parlamento dide pêk bîne, dibêje Urban Ahlin.

Lê gelo bi rastî jî çima hikûmeta Swêdê naxwaze biryara parlamento bicîh bîne. Bi ya parlamentera berê ya Partiya Gel a Lîberal Gulan Avcî, Carl Bildt ew wezîrê derve yê ewrûpî ye ku herî turk-hez û turkparêz e.

– Lê heger Swêd bi rastî jî dostekî Tirkiyê be, ku wisa ye, gereke mirov dostê xwe ji ber binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina heq û edaletê rexne bike, dibêje Gulan Avci.

Belê dostaniya Tirkiye û Swêdê diyar e di naskirina komkujiyê de ji bo hikûmetê astengeke mezin e. Û serokwezîr Fredrik Reinfeldt, dû sal û nîv berê dema biryar hatibûn dayîn vê yekê veneşartibû û gotibû dê ev zerarê bide danûstendinên Tirkiye û Swêdê.

Reinfeldt gotibû naskirinek dê xeta siyasî ya têkiliyên bi Tirkiyê re biguherîne.

Lê tevî xerentiyên hikûmetê ku ew ê guh nedin biryara parlamentoya xwe hikûmeta tirk li ser wê biryara dû sal û nîv bi armanca protestoyê ewil balyozê xwe ji Stockholmë kişandibû Enqerî û serokwezîr Recep Tayyib Erdogan jî serdanek xwe ya ji bo Swêdê betal kiribû. Reinfeldt nêzî saatekî di telefonê de bi Erdogan re axivî bû û soz dabû ku dê hikûmet guh nede biryara parlamentoyê.

Lê tevî zanebûna danûstendinên  aborî û bazirganî yên navbera her dû welatan de, wezîrê karê derve Carl Bildt îdîa dike helwesta wan meseleyeke prensîbî ye. Yanî gereke siyaset li ser bûyerên dîrokî biryaran nede, ev karê lêkolîneran e û naskirinek komkujiyê dikare zerarê bide lihevhatina ermenî û tirkan.

Carl Bildt dibêje li wezareta karê derve ew niha bi awayeke wisa kar dikin ku rêyên li hevhatinek bibînin.

Lê Gulan Avcî  mebesta Carl Bildt ku gereke siyasetvan li ser bûyerên dîrokî biryarê nedin û ku dive lêkolîner bi van pirsan rabin qebûl nake.

– Bi ya min lêkolîneke gelekî baş li ser vê bûyerê heye. Ji ber vê yekê niha berpirsiyariyeke ehlaqî dikeve ser milên me siyasetvanan ku li ser bingehê wan lêkolînan biryaran bigirin û bûyeran bi navê wan yên rastî nav bikin, dibêje Gulan Avcî, parlamentera berê ya Partiya Gel a Lîberal (FP).

Îro, piştgiriya ji bo naskirina qirkirina ermenî û xiristiyanan ya sala 1915’an de li Tirkiyê pêk hatibû, li parlamentoya Swêdê xurttir e. Partiya Xiristiyanên Demokrat niha di kongreya xwe de jî biryara naskirinê daye. Lê Urban Ahlin, berdevkê pirsên siyaseta derve yê sosyaldemokratan naxwaze pirsa naskirina qirkirina ermenî û xiristiyanan careke din were parlamentoyê – parlamentoyê gotina xwe kiriye û dor dora hikûmetê ye, dibêje Ahlin.

Hêviya Vahagn Avedian ji Federasyona Ermeniyan êdî bi hikûmeta ser kar ya niha re nemaye.

– Ez hêvî dikim hikûmetên pêşerojê xwedî pirsê û biryara parlamentoya xwe derkevin, dibêje Vahagn Avedian.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".