Civîna YE zû bi dawî bû.

Civîna butçeya YE hat betalkirin!

Muzakereyên li ser butçeya demdirêj ya Yekîtiya Ewrûpayê têk çûn. Vê yekê çavkaniyên YE îro pişt nîvro li Brukselê piştrast kirin.

”Civînê navber daye û di destpêka sala pêş de dê ji nû ve dest pê bike”, dibêje Roberta Alenius, berdevka çapemeniyê ya serokwezîr Fredrik Reinfeldt ji ajansa nûçeyan TT re.

Berya vê daxuyaniya têkçûnê, serokê Yekîtiya Ewrûpayê Herman von Rompuy pêşniyazeke nû ya butçeya YE ya 2014-2020 da pêş lê ev baş nehat dîtin. Swêd ji pêşniyazê razî nebû.

Herman von Rompuy pêşniyaz dikir ku bêtir pare bidin ji bo alîkariya ziraatê, lê Swêd û çend welatan daxwaza kêmkirina vê dikirin.

Her weha dê mesrefa endametiya Swêdê jî bihata zêdekirin.

Butçeya demdirêj çarçoveya xebata YE ya hetanî sala 2020 datîne.

Li gorî pêşniyaza nû dê butça YE ji bo heft salan 972 milyar euro be, yanî 800 milyar kron salane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".