Li grafîkê binêre!

Jikarderxistin zerarê dide van herêman

Jikaravêtin
6:17 min

Îsal zêdeyî 50 000 kes ji bo jikarderxistinê hatine pêşagahdar kirin. Herêma ku herî zêde zerar ji vêya dîtîye başûrê Swêd e. Nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê jikarderxistinên salê pêşdarî kiriye û nexşeya wê derxistîye holê.

-         Roland Gustbée ku serokê Federasyona Herêma başûrê Småland e dibêje jikarderxistin zerarek mezin dide herêmê û ew hewld didin beledî û meclîsa wîlayeta Kronoberg birêxistin bikin. Gustbée nereşbîn û bêhêvî ye û ew dibêje bêguman em ê ji heq vê jî derkevin, lê vê carê dê wek cara din nehêsan be.

Mexseda Roland Gustbée bi ”cara din” krîza aborî ya 2008-2009ê ye ku ji ber tesîra wê gelek kes bêkar mabûn.

Nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê jikarderxistinên îsal bi awayek sîstematîk pêşdarî kiriye û nexşeya wê derxistîye holê bê herî zêde tesîr li kîjan herêman bûye. Heta niha di nav 2012ê de zêdeyî 50 000 kes ji bo jikarderxistinê hatine pêşagahdar kirin. Û berbiçav e ku zerarê herî zêde daye başûrê Swêdê. Wîlayeta li wê herêmê ku herî zêde tesîr jî lê bûye Kronoberg e. Piştî Kronoberg bi rêzê herêma rojavayê Götaland, Blekinge, Skåne û Jönköping tên.

Vêca gelo sebebek taybet heye ku herî zêde li başûrê Swêd xelk ji kar tê avêtin? Henrik Lindberg li Enstîtuya Lêkolînê ya Endustrî û Sanayîyê Ratio lêkolerê bazara kar e.

-         Sebeb ew e ku di vê konjukturê de derba herî mezin li branşên atelye û daristanî dide. Yên ku bi van karan re mijûl dibin zîyanên mezin dibînin û karên bi vî awayî xuyaye herî zêde li başûrê Swêdê ne.

Li Hylte ya ser Kronoberg fabrîkeyek kaxezan ya mezin heye. Lê niha fabrîke tê biçûkkirin. Şîrketa kaxezan ya Stora Enso li vir ji pênc karkeran yek agahdar kiriye ku ew ji kar tên avêtin. Bi giştî derdorê 500 cîyên kar êdî li vir namînin. Ji bo beledîyeke nifûsa wê kêm ev darbeyek e mezin e.

Heçî birêvebirên beledîyê ne di vê rewşê de jî behsa hin çirûskan dikin. Ew bawerin kesên ji kar derdikevin dest bi mitehidîyê bikin û şîrketan vekin.

-         Hin kesan ji niha de biryara xwe dane ku şîrketên xwe vekin. Fikrê hemû cure şîrketan heye, ji yên xizmetê bigir heta yên şêwirmendî û karê destan. Wiha hindik û rindik. Yanî bi nerîna Linda Wennerholm ku berpirsa pêşdebirina endustrî û sanayîyê li beledîya Hylde ye di rewşa jikarderxistinê de îmkan û fersendên cihêreng derdikevin holê.

Lê sendîkaya kaxezan Pappers ne ewqas geşbîne . Anders Lönnberg bi xwe çil salî di fabrîkeya kaxezan de kar kirîye û niha ew serokê sendîkayê yê herêmê ye. Kenê wî bi geşbînîya beledîyê tê.

-         Ez tu alîyên erênî tu îşaretên ku ev imkanên nû derdixe holê nabînim. Rast e tu astengên ku ew bibin mitahid nînin, lê ji bo ekserîyeta karkeran ev ne çare ye.

Bi raya lêkoler Henrik Lindberg jî bi bêkarmayînê re mirov hin rêyên nû diceribîne, lê gelek ji van şîrketên nû ku têne avakirin nikarin li ser pîyan bimînin û piştî çend salan ew ji holê radibin. Sebeb gelikin dibêje Lindberg. Hesabê malê û sûkê li hev dernakeve, bazar nîne, yan jî mirov wek şexs ne li gorî birêvebirina şîrketan û kargêrîyê ye.

Pêla jikarderxistinê ya berya vê di salên 2008-2009ê de bû. Krîza aborî ya hingî kiribû ku gelek kes ji kar hatibûn avêtin. Geleka ji wan kesên hingî karên nû ji xwe re peyda kirin, lê li herêmên ku zerar mezin dîtin asta bêkarîyê dîsa jî bilind ma û daneket xwar, mîna pîvanên berê. Û li beledîya Hylte ji wî çaxî ve gelek kes bêkar in. Vêca tirs ew e ku derba mezin bide wan kesên hingî zerar li wan bûye ku ji hingî ve nikarîne şixulek nû ji xwe re bibînin.

Göran Edberg ku şefê daîreya kar li Hylte ye dibêje ew kesên ku niha ji kar derdikevin dê nisbeten zû karek nû peyda bikin. Lê hingî kar ji bo kesên din yên ku niha bêkar in namîne. Û ew dimînin di halê xwe yê bêkar de.

Belê 50 000 kes hatine agahdarkirin ku ew ji kar tên avêtin. Lê tesîr ji vê reqemê berfirehtir e.

Lêkoler Henrik Lindberg dibêje heta ku şîrketek gihaye qonaxa ku ew xelkê ji kar bavêje di pêvajoyekê re derbas bûye.

Wê girtina karkerên nû rawestandîye, wezîfeyan êdî nade şîrketên din û karkerên demî ji kar avêtîye. Lewra bi raya Lindberg rewş cidîye û herçend hîna ne gihaye wê astê jî xetera ku mîna krîza aborî ya 2008-2009ê bê serîyan heye.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".