Wêne: Hasse Holmberg / Scanpix.

Merasim li dêran lê bêyî motîfên olî

Midûriyeta Dibistanan ya Gîştî qebûl dike ku çêkirina merasima dawîkirina sala perwerdeya dibistanê di dêran de çê bibe. Lê gereke giraniya merasimê kevneşopî, cejn û hevgirtin be. Di merasimê de gereke motîfên olî yên wekî dûakirin, berxudarkirin û diyarkirina baweriya olî tune be.

Strandina qewlê ”Va ye buhar hat” bi swêdî ”Den blomster tid nu kommer” dikare were strandin ji ber ku ev qewl bûye parçeyeke kevneşopiya merasima dawîkirina sala perwerdeyê, bi ya Midûriyeta Dibistanan ya Gîştî.

Ji bo dibistanên serbest yên li ser bingehê bawermendiyê hatine sazkirin qaîdeyên din derbas dibin. Ew nikarin perwerdeya xwe li ser esasên bawermendiyê bimeşînin, lê di merasima dawîkirina sala perwerdeyê de motîfên olî dikare hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".