Li Rwandayê di sala 1994'an de 800 hezar kes ji gelê tutsî hatibûn qirkirin. Wêne: Gianluigi Guercia/Scanpix.

Doza qirkirinê ya yekem destpêdike

Îro li welatê afrîkî Rwandayê pêvajoya darezandina hemwelatiyekî swêdî bi şika tevlîbûna qirkirinê destpê dike. Doza li hemberî zilamê ji eslê xwe rwandî li Swêdê tê meşadin. Lê ji bo cara yekem dê dadgeheke swêdî beşek ji darezandinê li derveyê welat pêk bîne. Armanc, guhdarîkirina şahîdan û berhevkirina delîlan e. Zilamê bersûc dê ji Stockholmê bi rêya lînka vîdeoyê tevlî darezandina li peytexta Rwanda Kîgalîyê bibe.

Serokê dadgehê Thomas Zander bi vê armancê çûye bajarê Kibuye li rojavayê Rwandayê:

– Ev darezandin ji gelek aliyan ve yekane ye. Ev cara yekem e dadgehek swêdî tewana qirkirinê mehkeme dike. Ya dûem ew e ku em hatine vir ji ber ku delîl berhev bikin, dibêje Thomas Zander.

Endamên heyeta dadgehê, dozger û parêzer dê ji bo darezandina zilamê ku şik jê tê kirin tevlî qirkirina 800 hezar însanan ya sala 1994’an bûye, li Rwandayê bin.

Ew ê li cihên tewankarî lê hatiye kirin lêkolînê bikin. Çend ji van cîyan dêrekî û stadyûmeke sporê ye ku li wir bi hezaran însan bi derewa starkirinê hatibûn civandin û piştre qetilkirin. Bi ya dozger, vî zilamê hemwelatiyê swêdê hem grûpên ciwnan rêxistin û biçekkiriye û hem jî bi xwe tevlî gulebarankirina girseyên gel bûye.

Zilam li ser daxwaznameyeke girtinê ya navnetewî hat girtin. Swêdê daxwaza Rwandayê ya îadekirinê red kir, ji ber ku ew hemwelatiyê Swêdê ye, lê biryar da ku bi xwe wî darezîne. Zilamê şikdar dê bi rêya lînka vîdeoyê ji Stockholmê tevlî darezandina li peytext Kîgaliyê bibe, ku li wir dê di dawiya hefteyê de guhdariya şahidan bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".