Şîdetkar dê hêsantir ji malê werin derxistin. (Ev wêneyeke temsîlî ye). Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Parastina mexdûrên şîdeta nav malê tê xurtkirin

Rewşa kesên mexdûr yên bi mirovekî re ku şîdetê bikar tîne re dijîn dê were başkirin. Ev kes dê li hemberî şîdeta li nav malê baştir werin parastin, radighîne nûçeyên TV4.

Di halê îro de gelekî zehmet e biryara qedeyeke têkilîdanînê were dayîn, ku kesê şîdet bikar tîne neçar dike ji mala hevbeş bar bike.

Lê li gorî pêşniyazeke nû, şert û mercên ji bo biryardana qedexeyek têkiliyê tên nizimkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".