Meşrûbat rîska kansera prostatê zêde dike

Rîska rûdana şêrpenceya, yanî kansera, prostatê li cem zilamên meşrûbatên bi asîd yên wekî Coca Cola vedixûn zêdetir e. Vê encamê epîdemiolog Isabel Drake di lêkolîna xwe ya li ser 8 000 zilamên li bajarê Malmöyê derxistiye.

Li cem wan zilamên ku 15 sal berê gotibûn ew gelekî meşrûbatên bi asîd vedixûn, bi zilamên gotibû ew kêm vedixûn re qiyas, rîska nexweşiya şerpenceya prostatê ji sedî 38 bû.

Bi ya lêkolîneran sedema vê yekê madeyên karbonhîdrat yên di nava meşrûbatê de ye. Lê têkiliyeke navbera karbonhîdrata gîştî û şêrpenceya prostatê de nehat dîtin. Lêkolîn di kovara zanistî American Journal of Clinical Nutrition de tê çapkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".