Rosenbad, avahiya hikûmetê.

Hikûmeta Swêdê karûbarên xwe nehênîtir dike

Kar û xebata meqamên fermî yên swêdî her diçe bêtir bi dizî û nehênî dibe. Hikûmetê tenê ji sala 2009’an ve 69 guhertin di qanûna nehênîtiyê de kirine. Hêrî zêde gazinc ji sekreterîya hikûmetê tê kirin. Dayîna belgeyan wextek dirêj digire û gelek caran derfet tê dayîn ku siyasetvan di van belgeyan de guhertinan bikin.

Li ser vê yekê Komîsyona qanûna bingehîn ya parlamentoya Swêdê rexneyên giran dike, radighîne rojnama Dagens Nyheterê.

Ombudsmanê hiqûqê, JO, li ser van gazincan lêpirsîneke fereh li ser meşandina xebata sekreteriya hikûmetê daye destpêkirin.

Di heman demê de dê Komîsyona qanûna bingehîn ya parlamentoyê jî li ser karê nehênî yê hikûmetê çavdêriyek bimeşîne.

Nirxa fermîtiyê (offentlighetsprincipen) yek ji stûnên bingehîn ya demokrasiya Swêdê ye. Mafê her hemwelatiyek ku di derbarê xebat û biryarên meqamên resmî de agahî wergirin demeke dirêj e weke heqekî xwezayî tê dîtin. Qaîdeya sereke ew e ku hemû belge serbest û fermî ne, tenê di rewşên îstîsna de ev dikarin werin nehênîkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".