Klînîka rêxistineke dilxwaz li Stockholmê penaberên "bê-kaxiz" tedawî dike. Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Lênêrîna "bê-kaxizan" de pirsgirêkên etîkî

”Ji bo penaberên bê kaxiz dayîna mafê lênêrîna nexweşiyê ya nikare were paşvexistin” pêşniyazeke hikûmetê ye. Lê bi ya Cemiyeta Doktorên Swêdê ev formulasyon dikare bibe sedem ku pirsgirêkên etîkî rû bidin.

Bi ya cemiyeta doktoran ev formulasyon mafê nirxandinê bi temamî ji doktoran re dihêle û di vir de problem heye; gereke doktor qerarê bidin ka kîjin ji penaberên bê kaxiz dikarin lênêrîn wergirin an na.

Formulasyona ”lênêrîna nexweşiyê ya nikare were paşvexistin” têra xwe nehatiye lêkolîn kirin. Sînorên di vî derbarî de tune ne û doktor doza bersivên bêtir berçav dikin.

Weke mînak hîn nexweşî hene ku di destpêkê de sivik in û ne acîl in, lê heger neyên tedawîkirin dikarin di pêşerojê de bibin sedema nexweşiyên girantir. Gelo nirxandina nexweşiyek wisa divê çawa bê kirin, dipirse cemiyeta doktoran.

Pirsgirêkek din ku bersivek pêwîst dike ev e: Penaberê bêkaxiz ne xwedî hejmara kesîn in, yanî personnummer. Gelo ew ê çawa dermanên xwe ji erzexanê bigirin – ku ev jimara kesîn pêwîst dike. Ma divê doktor bi xwe yekser derman bidin van nexweşan. Û dermankirineke ne serkeftî û yên bi tesîrên ji ber dê çawa werin tedawîkirin? Gereke pirsgirêkên di derbarê dermankirêne de jî werin çareserkirin, dibêje Kristina Söderlind Rutberg li Cemiyeta Doktorên Swêdê. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".