Nerazîbûna bakurî li hember reklamên Facebookê

Eger Facebook dawî li şandina reklaman neyêne meqamên serfkaran yên welatên bakurî dê dozê lê vekin.

Di van demên dawî de Facebook bêhtir reklaman dişînê ser dîwarê bikarhêneran û vêya bala dezgehên resmî jî kişandîye. Ombudsmanên serfkaran li Swêd, Norvêc û Denîmarka vê wek reklamên nexwestî binav dikin û li gor qaîdeyên YE ev qedexe ye. Di nameyeke ji bo komîsyona YE re ombudsmanên her sê welatên bakurî nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ombudsmanên serfkaran radigihînin ku ew dixwazin pirsgirêkê bi Facebookê re çareser bikin, eger nebû ew dê ji komîsyona YE bixwazibin ku mudaxele bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".