Xelata wêjeyî ya Augustpriset ji bo pirtûka rojnamevan Göran Rosenberg a li ser jiyana bavê wî. Wêne: Scanpix.

Augustpriset dan rojnamevan Göran Rosenberg

Xelata Augustprist di beşa wêje de çû ji pirtûka nivîskar rojnamevcan Göran Rosenberg ya bi navê ”Ett kort uppehåll på vägen från Auschwitz”, bi wergerekî serbest ”Rawestaneke kin piştî derketina ji Auschwitzê”. Pirtûk çirokek şexsî ya li ser bavê nivîskar e, ku ji qirkirinê filitî lê ne ji civaka swêdî.

Göran Rosenberg dibêje gelek sal in wî dixwest vê pirtûka li ser bavê xwe binivîsîne.

Di beşa pirtûka belgeyî de xelata Augustpriset çû ji biyografîya Ingrid Carldberg ya li ser dîplomatê swêdî Raul Wallenberg, ku piştî cenga dûemîn ya cîhanê li zindaneke sovyetî de miribû. Pirtûka bi navê ”Det står ett rum och väntar på dig” – ”Odeya ji bo te amadekirî li benda te ye” behsa kêmasî, bêxemî û qelsiya hikûmetên Swêdê yên di warê şopandina Raul Wallenbergê wenda dike.

Xelata ji bo pirtûka herî baş ya zarok û ciwanan jî çû ji bo nivîskar Nina Ulmaya ku bi pirtûka navê ”A B C å allt om D” tewsîreke bêhempa ya alfabeyê dike.

Xelatgir mukafateke 100 hezar kronî werdigirin.

Xelata Augustpriset li ser navê nivîskarê mezin yê swêdî August Strinberg hatiye damezirandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".