Hezar gilî li dozgeran

Di nav çar salên dawî de zêdeyî 1 000 gilî li dozgeran hatiye kirin. Lê, lêkolîn nîşan didin ku gelek kêm caran ev gilî li ser rabûna bi sûcekê ye û tenê çar ji giliyan bi dayîna cezayê ji bo dozgeran encam bûye. Piraniya giliyan li ser wan şaşîtiyan e ku di dema girtin û destdanînan de çêbûne. Lê her weha di derbarê çewtiyên wezîfeyê de jî, dema dozgeran biryara betalkirina lêpirsînan dan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".