Jin di stargehên jinan de starî nabînin

Malên starkirin û parastina jinan sala çûyî 968 jin û 303 zarokên ku bi armanca alîkariyê serî li wan dan, red kirin, radighîne rojnama Svenska Dagbladet. Sebeb ew e ku li wan stargehan cîh tunebû. Vê yekê îstatîstîkên Federasyona stargehên jin û keçên Swêdê, SKR, nîşan dide. Problem, ji ber kêmasiya xaniyan, herî zêde li bajarên mezin giran e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".