Wêne: Jessica Gow/Scanpix.

Mezinbûna aborî ya Swêdê dadikeve

Enstituya konjukturê radighîne ku mezinbûna aborî ya Swêdê di meha mijdarê de bi heft yekîneyan ji 92,7 î daketiye 86’an. Ev jî îşareta aboriyeke zeyîftir ê ji normal e. Lêkolîn diyar jî dikin mirovên li Swêdê dijî ji aboriya pêşerojê xweşbîn û bi hêvî nîn in.

Her wekî meha derbasbûyî hemû sektorên aborî û bazarê encamên negatîf nîşan dan. Her weha îşareta pêbaweriya malbatan jî kêmbûnek nîşan dide. 

Ji hêla din ve hem di sparîşên ji derveyê welat û hem jî ji hundirê welat de kêmbûnek çêbû.

Hilberîn û asta karkirinên kêmbûye û sanayîya swêdî xwe amade dike ku bêtir xebatkar ji kar derxîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".