Mucahîdînên swêdî banga şerê dikin

Grûpek ku ji xwe re dibêje Svenska Mujahedin Fi Ash-Sham, yanî mucahîdînên swêdî li Suriyê, bang li muslumanên li Swêdê dike ku li Suriyê tevlî şerê çekdarî ya li hemberî rejimê bibin.

Di klîbeke vîdeoyî de ku li ser Înternetê hatiye belav kirin û ya ku grûpê şandiye ji ajansa nûçeyan TT re, komekî zilamên bi maske yên biçek xuya dikin.

Yek ji zilaman, bi swêdî, behsa wan zilimkariyên rejima sûrî dike û dibêje wezîfeya her bawermendiye ku tevlî şerê li hemberî serokkomar Beşar Esad bin.

Ka gelo fîlm bi rastî jî li Suriyê hatiye kişandin an na, nikare were piştrastkirin. Bi ya îstixbarata swêdî Säpoyê jimarek kêm swêdê bi armanca tevlîbûna şer çûne Suriyê û ji berê ve Säpo guman dike ku ew dikarin li wir bi tewanên şer rabin yan jî di vegerê de li Swêdî sûîqestan li dar bixin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".